Kurdistan û Korya Başûr: Em dixwazin pêwendiyên xwe bihêztir bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Korya Başûr li Iraqê, kir û di wê hevdêtinê de herdû aliyan daxwaz kirin ku pêwendiyên di navbera wan de bihêztir bibin.
Îro Sêşema 1.10.2019 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Korya Başûr Cang Kî Ong kir û do wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê jê re xwe di karê wî yê nû de. Herwiha ji ber Roja Niştimanî ya Korya Başûr û 15saliya hatina Tîma Zeytûn a Korya Başûr bo Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya Korya kir û pîrozbahî li hikûmeta wî welatî kir.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên Korya Başûr li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku ew hemû asankariyan dilkin ji bo ku weberhênerên |Korya Başûr dikin ku bêm û li Herêma Kurdistanê kar bikin.
Di civînê de, herdû aliyan tekez kirin li ser wê yekê ku pêwîst e pêwendiyên xwe bihêztir bikin.




