26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em amade ne asankariyê ji weberhênerên Yûnanistanê re bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr_KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê amadehiya Kurdistanê ji her asankariyekê ji bo hatina weberhênerên biyanî derbirî.

Îro di civînekê ligel Balyozê Yunanê li Iraqê Yonîdos Kontovonîsyos de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li daxwaza Herêma Kurdistanê ya bihêzkirina pêwendiyên bi Yunanê re kir û spasiya Konsulxaneya Giştî ya Yûnanistanê li Hewlêrê kir, ku roleke wê ya diyar bo pêşvebirina pêwendiyan heye. Ji aliyê xwe ve Balyozê Yunanê tekezî li heman daxwazê ya welatê xwe kir.

Her di wê civînê de, Nêçîrvan Barzanî pêwendî û keşa erênî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi zemîneyek û derfeteke baş ji bo webirhênanên biyanî li Herêma Kurdistanê û Iraqê nîşan da.

Nûçeyên têkildar