Mesrûr Barzanî: Em dixwazin Kurdistan bibe navendeke girîng a bazirganiyê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, wan bernameyeke wisa pêk anîne ku girîngiyeke zêde bi sektora aboriyê bidin di hemû waran de û got ku ew dixwazin Kurdistan bibe binkeyeke girîng a bazirganiyê li navçeyê.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma vekirina 13mîn Pêşangeha Bazirganiya Navdewletî li Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û got, “Kêfxweş im ku îro em amade ne bo pêşangeheke hemû cureyên bazirganiya navdewletî vekin, bi beşdariya 300 kompanî ji 24 welatên cuda ku ji Amerîka, Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyayê hatine.”
Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya pêşxistina aboriya Kurdistanê kir di bernameya hikûmetê de û ragihand, “Hêvîdar im ev pêşangehe bibe destpêkeke baştir li hev nêzîkkirina bazirganan, weberhêneran û xwedî karan li Kurdistan û derveyê Kurdistanê, bo ku em pişt tenê bi çavkaniyeke dahatê girênedin. Bernameya me wisa ye ku girîngiyeke temam bi sektora aborî bidin di hemû waran de.”
Serokêwezîrê Kurdistanê li ser beşdariya hejmareke zêde ya kompaniyan di wê pêşangehê de, kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Em jî ya ku di şiyana me de be bo hevkariya weberhêneran û bazirganan, texsîriyê nakin. Ew rêkar û yasayên alîkariya weberhêneran û bazirganan dikin bo ew bi hêsanî bikarin karên xwe birêve bibin. Em hewl didin bo bikarxistina kompaniyan li Kurdistanê hêsankariyan bo bikin û alîkariya wan bikin.”
Serwokwezîr Nêçîrvan Barzanî, herwiha spasiyên xwe pêşkêş kirin û got, “Hêvîdar im ev pêşangeh careke din bibe hokarek bo li hev nêzîkkirina Kurdistanê li gel bazara cîhan û navçeyê jî û Kurdistan bibe binkeyeke girîng a bazirganiyê li cîhanê.”




