Beşa Zimanê Kurdî li zanîngeheke Çînê tê vekirin..Zimanê Çînî jî dê li Hewlêrê bê xwendin

Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 29.9.2019 Mesrûr Brazanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Nî Ruçî Konsulê giştî yê Çîna Millî li Herêma Kurdistanê.
Di dîdarê de gotûbêj hatin kirin derbarê pêşxistina pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de.
Konsulê giştî yê Çîna Millî amaje bi wê yekê kir ku welatê wî bi giringî ve li Herêma Kurdistanê dinere û hana kompanîyayên Çînî jî dide weberhînanê li Herêma Kurditanê bikin. Got jî: “Bi van nêzîkan pişka zimanê Çînî li zankoya Selahedîn li Hewlêrê dihêt vekirin û pişka zimanê Kurdî jî li Zanîngeha Bêjîng tê vekirin.”
Herweha Konsulê Çîna Millî tekez li ser wê yekê kir ku ew pirojeyên sitratîcî rêkkevtin li ser hatîne kirin ji encama seredana vê dawîyê ya Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Iraqê, Herêma Kurdistanê jî vedigire.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya welatê Çînê kir bo giringîdana wê bi Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina pêwendîyan di navbera herdû aliyan de.




