Desteya Bilind ya Kurdî sipasiya serok Barzanî kir

Desteya bilind ya Kurdî a li Sûriyayê evro peyameke sipasî pêşkêşî Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kir ku, ev jî tekesta vê ye:
Serokê Kurdistanê
Birêz Mesûd Barzanî
Desteya Bilind ya Kurdî li ser navê xwe û li ser navê Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de jiber biryara we ya di derbarê vekirina deriyek ji bo derbasbûn li Bîşxabûr û gehandina hevkariyan bo Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de ji dil spasiya we dikin û hevkariyên we yên hêja jî ku, nîşaneya girîngîdana we bi Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ne bi girîng û pirbuha wesif dikin û ev hevkariyên han ku, bêyî ti cadatî li ser tevahiya aliyan hatine dabeşkirin û biryarên we bûn sedema kêm kirina êş û janên Gelê me li Rojavayê Kurdistanê de.
Desteya Bilind ya Kurdî




