Qeter: Em dixwazin pêwendiyên me û Kurdistanê bihêz bin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Qeter li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda Qeter daxwaz kir ku pêwendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê bihêz bibin.
Îro Şemiya 28.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xalîd Hemed El Silîtî Balyozê Qeter li Iraqê kir.
Di vê hevdîtinê de Balyozê Qeter li Iraqê pêzanînên xwe ji bo wan pêşveçûnên li Herêma Kurdistanê da li warê aborî û geşbûnê pêkhatine hebû û tekez jî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê kir.




