Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîkî rewşa Şingal û Kerkûkê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ligel Berpirsê Nivîsîngeha Hemahengiya Asayîşa Amerîkî li Iraqê Gregory Kreuder civiya û di hevdîtinê de tekez li ser hevkarî û hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê kirin.
Serokê Herêma Kurd îro Sêşema 24ê Îlona 2019an li Hewlêrê pêşwazî li Berpirsê Nivîsîngeha Hemahengiya Asayîşa Amerîkî li Iraqê Gregory Kreuder û şanda ligel kir.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Gregory Kreuder rewşa asayîşa navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û bi taybetî fokus xistin li ser rewşa parêzgeha Kerkûk û dorûbera wê û navçeya Şingal û Deşta Nînowa, her wiha tekez li ser parastina asayîş û aramiya li tevahiya Iraqê kirin.
Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkarî û piştgîriya Amerîka li Herêma Kurdistanê ji bo têkşikandina DAIŞê dûpat kir û berdewamiya beşdariya Amerîkayê li proseya yekxistina Pêşmerge û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge bi pêwîst zanî û spasî wan hevkarî û alîkariyan kir ku heta niha li vê derbarî de pêşkêş kirine.
Gregory Kreuder pesnê rola Pêşmerge ya li şerê dijî terorê kir û berdewamiya piştgîriya Amerîka ji bo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê û piştgîriya li hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo yekxistina Pêşmerge û proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge kir.
Di civînê de Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê û şandekî serbazî jî beşdar bûn.




