26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Amajeyên erênî ji Bexdayê ve gihîştîne me ji bo çareseriyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Mêcer Ceneral Îrîk Hîl, fermandeyê hêza operasyonên taybet a hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku hêj DAIŞ li çend deverên Iraqê gefeke mezin e li ser asayîşa xelkê û asteng e li pêş vegera koçberan bo devrên xwe.

Mesrûr Barzanî got jî: “Hevahengiya baş di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên iraqî de heye bo rûbirûbûna gefên DAIŞê.”

Derbarê danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de jî, serokê hikumetê xuya kir û got: “Amajeyên erênî ji Bexdayê ve gihîştîne me bo çareserkirina arîşeyan li ser bingeha destûrê Iraqê.”

Fermandeya hêza opersyonên taybet a hêzên Hevpeymanan jî, kêfxweşiya xwe li hember wê hevahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên iraqî de nîşan da û amdehiya xwe jî nîşan da bo pêşkeşkirina her hevkariyeke pêwîst.

Nûçeyên têkildar