26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurê Mîr Tehsîn Beg: Xelkê Şingalê nikarin vegerin ser malê xwe û rewş pir metirsîdar e

Çavkanî: KDP.info

 

Duhok-KDP.info- Birîn Tehsîn Beg, Kurdê Mîr Tehsîn Beg mîrê koçkirî yên Êzdiyan dibêje, nakokiyên Şingalê metrisiyeke mezin çêkirine û her aliyek Şingalê bi aliyê xwe ve dikşîne û xelk jî nikarin vegerin ser malên xwe.

Birîn Tehsîn Beg ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Şingalê pir metirsîdar e û xelkê wê jî nikarin vegerin ser mal û halê xwe, lewam jî rewş jidest derketiye û Şingal bûye cihê istixbaratê welatan û her aliyek Şingalê bi aliyê xwe ve dikşîne.”

Wiha jî got: “Ji ber Şingalê me daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kiriye ku divê jihevtêgiheştinek hebe ji bo çareserkirina pirsa Şingalê, ji ber ku metirsiya jinavçûnê li ser Êzdiyan heye.”

Wiha jî domand: “Herwiha em ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivîne ji bo çareserkirina pirsa Şingalê û Êzdiyan û me daxwaz ji welatên mezin jî kiriye ku alîkariya me bikin di pirsa Êzdiyan de, da ku Êzdî hest bi aramiyê bikin.”

Nûçeyên têkildar