Wezîrê Hindistanê: Em dixwazin karê veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarê Derve yê Hindistanê civiyan û di wê hevdîtinê de jî şanda mêvan tekez kir ku ew dixwazin karê veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.
Îro sêşemê 17-09-2019an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeka Hindistanê kir ku Wezîrê Karûbarên Derve yên Hindistanê Vervalî Morali Deharan serokatiya wê dikir.
Di civînê de Wezîrê Karûbarên Derve yê Hindistanê Verali Morali Deharan amaje bi giringiya peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hindistanê kir. Herwiha behsa hejmareka zêde ya hemwelatiyên Hindistanê yên li Herêma Kurdistanê bi cî bûne kir. Herwiha da zanîn ku ew amade ne veberhênanê û peywendiyên xwe yên aborî ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî da zanîn ku ew kar bo wê yekê dikin ku veberhênerên biyanî bên li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.
Herwiha di civînê de peywendiyên aborî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê de hatin gotûbêjkirin.




