Serokatiya Parlementoya Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiya

Hewlêr-KDP.info- Îro piştî nîvro roja yekşemê 15/9/2019an Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Desteya Serokayetîya Perlemantoya Kurdistanê ku pêkhatibû ji Seroka Parlementoya Iraqê Dr. Rêwaz Fayiq, Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, Sekretera Parlementoya Kurdistanê Mûna Nebî Qehweçî, serdana Nêçîrvan Barzanî kirin. Di civînê da çend pirsên siyasî û yasayî taybet bi Herêma Kurdistanê û li ser asta navxwe û Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê da amadekariyên nivîsîna destûreka nû hat kirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku destûreka serdemiyan e gelpesend li ser binemaya hebûna yekdengiya nîştîmanî û rêzgirtin li mafê hemû pêkhateyan û binemayên mafê mirov û demukrasîyê pêdawîstiyeka serdemê ye.
Herwiha di berdewamiya civînê da bihêzkirina hemahengi di navbera Serokayetîya Herêma Kurdistanê û Serokayetiya Perlemantoyê bo piştivanîkirina diyalogeka di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hat gotûbêjkirin
Herwiha behsa wê yekî jî hatiye kirin ku rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û geşedanên siyasî yên herêmê diyalog, hemahengî û danûstendina her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê ferz dike.
Di berdewamiya civînê da aliyan behsa proseya çaksaziyê jî kirine li Herêma Kurdistanê kirine û tekezî li ser rakirina rêgiriyên proseya çareseriyê jî kirine.




