Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Rêkxerê Giştî yê Goran kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li birêz Emer Seyîd Elî kir ku dûbare bi Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran hate hilbijartin û hêviya serkeftinê li kar û erkên wî da xwest.
Êvariya îro şemî 14/09/2019 li peywendiyekî telefonî da li gel birêz Emer Seyîd Elî Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahî û derbirîna xweşhaliyê bi dûbare hilbijartina rêzdar bi Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran, dûpat kir birêz Emerê Seyîd Elî bi dîroka xebat û têkoşîna xwe û bi amadehî û kesayetiya xwe ve hêjayî dûbare hilbijartinê bû.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê her wiha pîrozbahiya serkeftina hilbijartinê li Tevgera Goran û tîma nû ya serkirdayetiya tevgerê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan û Tevgera Goran xwest. Ji aliyê xwe ve birêz Emerê Seyîd Elî pêzanînên xwe ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û spasiya rêzdar kir.




