Serok Barzanî û Elî Bapîr: Ji bo berjewendiyên bilind ên Kurdistanê divê hemahengiya me hebe

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Emîrê Komelê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kirin ku ji bo berjewendiyên bilind ên Kurdistanê pêwîst e hevahengî di navbera partiyên Kurdistanê de hebe.
Îro Yekşema 08.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mamosta Elî Bapîr Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê û şanda ligel wî kir ku ji Abdulstar Mecîd Endamê Polîtburoya Komel û Mamosta Mela Hesen Endamê Serkirdayetiya Komel pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê û Elî Husên Berpirsê Ofîsa Navendî ya Peywendiyên Niştimanî yên PDKê amade bûn, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Kurdistan û Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Her di vê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kirin ku ji bo berjewendiyên bilind ên Kurdistanê pêwîst e hemahengî di navbera partiyên Kurdistanê de hebe û xalên hevbeş di navbera wan de hebin, herwiha yekrêzî di navbera wan de hebe.
Di beşeke dinê vê civînê de herdû alî li ser pêwîstiya yekgotarî û hemahengiya fraksiyonên Kurdistanî yên li Bexdayê de yeknêrîn bûn.
Peywendiyên di navbera herdû partiyan de, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Attachments area




