26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Esîl Nuceyîfî: seredana Malikî bo Mûsilê tenê ji bo teqandina nakokîyên sîyasîyên Iraqê ye

Çavkanî: KDP.info

Parêzerê Mûsilê "Esîl Nuceyîfî" ragihand, ku seredana Malikî tenê ji bo teqandina nakokîyên navbera Iraqîyye û hevpeymanîyya kurdistanê ye.
Esîl Nuceyîfî ragihand, ku çêbnabe Malikî di kombûna Îro de ya encumena wezîrên Iraqê li Mûsilê, behsa nakokîyên sîyasîyên niha ya welêt bikirba, belê li cihê wê gerek li ser alîyên xizmetguzarî û arîşeyên xelikê Musilê behis bikira.
Wek tê xuyakirin, ku îro kombûna encumena wezîrên Iraqê li parêzgeha Mûsilê tê lidarxistin, li gor gotina hukûmeta Iraqê be, di evê kombûnê de behis li ser arîşeya parêzgeha Musilê bihên kirin ewên xelikê wê parêzgehê ji dest dinalin. Bi evê çendê jî ev kombûna han piştî kombûna Besra û Kerkûkê tê.
Rojanameyeka navxwe belavkirîye, ku Esîl Nuceyîfî" ragihand, ku seredana Malikî tenê ji bo teqandina nakokîyên sîyasîyên Iraqîyye.

Nûçeyên têkildar