26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Selîm Cibûrî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Selîm Cibûrî kir û di wê hevdîtinê Cibûrî rola Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê di rasterêkirina proseya siyasî û aramî û avakirina dewleta medenî de bilind nirxand.

Roja pênçşem 05.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Selîm Cibûrî Emîndarê Giştî yê Partiya Girdbûneweya Medenî Çaksazî (Kar) a Iraqî kir.

Di hevdîtinê de ku Elî Husên Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Kurdistanî û Iraqî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bû, guhertin û pêşhatên siyasiyên dawî ya li ser asta Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan.

Cibûrî rola Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê li rasterêkirina proseya siyasî û aramî û avakirina dewleta medenî de bilind nirxand.

Her wiha tekez li ser berdewamiya peywendiyên di navbera her dû aliyan û hemahengiya siyasî û parlemenî kirin.

Nûçeyên têkildar