26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Wezîran: Pêşxistina perwerdê û xwandina bilind karê sereke yê hikûmetê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 04/09/2019 Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatîya Mesrûr Barzanî serokê Civata wezîran de civîya.

Di destpêda civînê de, herdû wezîrên perwerde û xwandina bilind û lekolînên zanistî, raportek berfireh derbarê pirsgirêk û arêşeyên werza xwandina 2019-2020 pêşkeş kirin.

Serokê Civata Wezîran amaje bi wê yekê kir ku giringîdan û pêşxistina warê perwerdeyê û xwandina bilind ji karên pêşîn ên hikumeta Herêma Kurdistanê ne. Pêwîste kar li ser wê yekê bihêt kirin ku asta xwîndingeh û zankoyên kerta giştî bihên bilindkirin bi awayekê ku asta xwandinê di navbera xwandingeh û zankoyên hikumetê û taybet de bihên kêm kirin.

Serokê Civata Wezîran biryar da, komîteyek ji wezareta Perwerde, Xwandina Bilind û lekolînên zanistî, darayî û plandanan bihêt pêkanîn bo destnîşankirina pêdawîstîyên giring ên demsala niha ya Xwandinê daku bi zûtirîn dem bihên dabînkirin.

Herweha serokê Civata Wezîran, wezaretên peywendîdar erkdar kirin ku berî hatina demsala zivistanê nefta sipî bi ser hemwelatîyan bihêt dabeşkirin û di destpêkê de li deverên çiyayî bihêt dabeşkirin. Herweha programek jî bihêt danan bo çareserkirina kêmasîyên rê û cadeyan berî destpêkirina baran barînê.

Civata Wezîran herweha gotûbêj derbarê çend mijarên peywendîdar bi wezareta darayê ve hatin kirin, wek rêgirtin ji xwe vedizînê ji bac û rêkxistina karê jimêryariya yasayî.

 

 

Nûçeyên têkildar