Mesrûr Barzanî û Generalê Hevpeymanan gefa DAIŞê gotûbêj kirin
__2019_09_03_h18m4s46__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê, general Paul LaCamera kir.
Îro Sêşema 3.9.2019 Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeke serbazî ya hêzên hevpeymanan bi serokatiya fermandeyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê, general Paul LaCamera kir.
Di hevdîtinê de, behsa rewşa ewlehiya Iraq û Rojhilata Navîn hat kirin. General LaCamera behsa girîngiya hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî kir bo şerê li dijî DIAŞê.
Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya hevkariya hêzên hevpeymanan bi taybet Amerîka di şerê DAIŞê de kir û ragihand, ew tiştên ku bûne sebeba derketina DAIŞê, hîn mane ji ber ku DAIŞ li gelek deveran dîsa aktîf bûye û dest bi êrişên terorîstî kiriye.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku aramî û ewlehiya Iraqê bandorek pozîtîf dike ser ewlehiya navçeyê.




