Hikûmeta Kurdistanê: Ti binkeyeke leşkerî ya Îsraîlê li Hewlêrê nîne

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebûna binkeya serbazî ya Îsraîlê li Hewlêrê red dike û tekez dike, ew zanyarî bê bingeh in.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Şemiyê têkildarî nûçeya hebûna binkeyeke serbazî ya Îsraîlê li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Cotyar Adil di vê daxuyaniyê de nûçeyên di derbarê hebûna serbazgeheke Îsraîlê li Hewlêrê red dike û dibêje: “Li hin kanalên medyayî yên Iraqê, îdiaya hebûna serbazgeheke Îsraîlê li Hewlêrê hatiye kirin, ku qaşo generaleka jin birêve dibe.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya wan nûçeyan bêbingeh red dike. Em di vê baweriyê de ne ku ew tenê propagandayeke siyasî ya bênirx e û armanca wê ji rê derxistina rastiyan e ji bo qazanc û destkevtên kesî.”




