Serok Barzanî sersaxî ji malbata Melayê Rojhilatê Kurdistanê Mihemedê Îmamî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya koça dawî ya Mela Mihemedê Îmamî, kesayetiyê navdarê olî û niştimanperwerê bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyî pêşkêşî malbata rehmetî kir.
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzên malbata rehmetî Mamosta Mela Mihemedê Îmamî
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê olî û têkoşer û niştimanperwerê navdarê bajarê Seqizê, Mamosta Mela Mihemedê Îmamî gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn de xwe bi hevbeşê xema we dizanim û sersaxiyê ji malbata we ya têkoşer û hemû dostên Mamostayê rehmetî û meriv we re dixwazim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im canê Mamosta Mela Mihemed bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bide hemû aliyekî.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
31.08.2019”




