26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rêveberê Asayişê li ser Kerkûkê hişyariyê dide..DAIŞ li hemû navçeyan heye

Çavkanî: KDP.info

 

Kerkûk-KDP.info- Rêveberê Asayişa Kerkûkê Emîd Îdrîs Refet hişyariya bihêzbûn û tevgera çekdarên DAIŞê li nava Kerkûkê dide û dibêje DAIŞ vegeriya ye hemû navçeyên Kerkûkê û hinek navçe gelekî nêzîkî hêzên Iraqê ne.

Emîd Îdrîs Refet ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li Kerkûk û derdora wê bi başî xwe rêk xistine û wek partîzanî li navçeyên Kerkûkê xwe amade dikin, nexasim li navçeyên başûrê bajarê Kerkûkê û li taxên Ereban. Hêzên Iraqê jî nikarin xwe li ber wan bigrin.”

Refet wiha got: “Ji ber ku hêzên Iraqê nikarin bergîriyê bikin, DAIŞ kariye xalên xwe deyne û dest bi êrîşan bike, di çend mehên derbasbûyî de jî DAIŞ pir bihêz bûye û her xaleke wan ji 8 heya 10 çekdaran pêk tê. Li hemû navçeyên Kerkûkê hene. Nexasim li navçeyên Ebasiye, Reşad, Hewîce û Daqûq û navçeyên Kakeyî heya bi sînorê Dûbiz. Li Dûbiz DAIŞê bi eşkere vegeriya ye û xwarinê ji xelkê distînin.”

 

Nûçeyên têkildar