26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Serokatiya Parlamentoyê: Kar ji bo nivîsandina Destûrê Kurdistanê bikin

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel Seroka Parlamentoya Kurdistanê û herdû Cîgirên wê civiya û di wê hevdîtinê de guhertin û pêşhatên navçeyê û Herêma Kurdistanê û Iraqê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de rewşa siyasî û guhertinên dawî û pêşhateyên li ser ast a Kurdistan, Iraq û navçeyê hatin nirxandin.

Her di vê civînê de, Serok Barzanî piştevaniya xwe ya tevayî ji bo Desteya Serokayetiya Nû ya Parlamentoya Kurdistanê li çavdêrîkirina karûbarê Hikûmetê dûpat kir û ev e jî, xiste rû, ku pêwîst e Parlemena Nû kar ji bo berdewamî û bihêztirkirin a bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî û desteberkirina yekrêziya niştîmanî ya li Herêma Kurdistanê bike û proseya çaksazî û herweha amadekariyên ji bo nivîsîna destûreke hevçerix ji bo Herêma Kurdistanê bike karê xwe yê sereke.

Di dirêjahiya civînê de, Serok Barzanî ronahî xist ser prensîbên hevkarî û hemahengiya di navbeyna desthilatan de û zêdetir xizmetkirina xelk û bihêzkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê. Serok Barzanî balkişand ser girîngiya damezrawe ya Parlemenê û tekezî li wê yekê kir, ku Desteya Serokayetiya Parlamentoya Kurdistanê ne milkê ti partî û aliyekî ye, milkê gelê Kurdistanê ye.

Nûçeyên têkildar