Serok Barzanî: Pêwîst e nirx û destkeftên gelê me zindî bimînin û bên parastin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li gel endamên rêxistina Neviyên Îlonê civiya û di wê hevdîtinê de tekez li ser parastina wan biha û destkeftan kir ku bi xwîn û xebata miletê Kurdistanê bidest hatine û ragihand pêwîst e bihayên gelê Kurdistanê bi zindî bimînin.
Îro Sêşema 27.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Rêxistina Newekanî(Neviyên) Îlonê ya li sînorê şaxa 26 a Gulan ya Partiya Demokrata Kurdistanê civiya.
Di vê civînê de Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Rêxistina Neviyên Îlonê kir li hember wan kar û çalakiyên wan ên ku li devera Balekayetî kirine ji bo parastin û nûjenkirina şûnewar û bîranînên şoreşa Îlonê û bi erkekî pîroz da zanîn û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan xwest.
Di dirêjahiya vê civînê de Serok Barzanî tekez kir li ser parastina wan nirx û biha û destkeftan ku bi xwîn û xebata miletê Kurdistanê bidestve hatine û ragihand pêwîst e bihayên gelê me bi zindî bimînin û erkê me hemûyan e jî ku rûbirûyê wan hewlan bibin ku armanca wan têkdana çand û bihayan û bêrêzîkirin e bi serweriyên gelê Kurdistanê.




