Şêx Şamo: Rêveberiyeke nû ji bo Şingalê tê avakirin

Şingal-KDP.info- Şêx Şamo, Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarê Êzdiyan ragihand ku pilaneke Hikûmeta Kurdistanê heye ji bo hemû navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 û di nav de jî Şingal, ku ji bo Şingalê dê rêveberiyeke nû bê danîn.
Şêx Şamo ji malpera KDP.info re ragihand: “Pilaneke Hikûmeta Kurdistanê heye ji bo Şingalê ku rêveberiyeke nû bê danîn, ku qaymeqam dê bê guhertin û dê hewl bên dan ku rêveberiya şeriî û rewa vegere Şingalê, ji ber ku ew rêveberî ji aliyê milet ve hatiye hilbijartin û divê îradeya xelkê neyê binpêkirin, lê mixabin hinek hêz û milîs li wir hene ku xwe li madeya 140 nakin xwedî.”
Şamo wiha got: “Mixabin niha Şingal di nava rewşeke pir dijwar de ye û em hest dikin ku Şingal bûye meydana şerê welatên herêmê û niha ew bajêr di bin destê hêzên nerewa de ye.”
Şêx Şamo ragihand: “Hikûmeta Kurdistanê pilaneke giştî heye ji bo rêveberiya navçeyê Kurdistanî yên madeya 140 û di nav de jî Şingal, û herdû hikûmetên Kurdistan û Iraqê dê gotûbêjan li ser bikin.”




