26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Xaneqîn Sunne jî erdê Kurdan dagîr dikin

Çavkanî: KDP.info

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsekî PDKê li Xaneqîn dibêje, jibilî Heşda Şeibî ya Şîeyan, hêza Heşda Wetenîya Sunneyan jî êdî erdê Kurdan dagîr dikin, ku çekdarên wê hêzê berê çekdarê DAIŞ û Qaîde û ser bi rêjîma Beis ve bûn û dijminê wan ên sereke Kurd in.

Cîgirê Berpirsê Şaxa 15 ya PDK li Xaneqîn Ekber Heyder ji malpera KDP.info re ragihand: “Li sînorê Xaneqîn jibilî Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê û polîsan, Heşda Eşîran û Heşda Wetenî hene, ku ew hêz a Sunneyan e û li navçeyên Qeretepe û Cebare û Seidiye û Hemrîn bicîh bûne. Çekdarên wan hêzan berê Beisiyên Sedam Husên bûn û gelek karên xerab li hemberî Kurdan kirine, piştî nemana Sedam jî ew kes bûn endamê Qaîde û dîsa karên terorîstî dikirin, dema DAIŞ jî hat bûn çekdarên DAIŞê û dîsa gelek karên xerab anîn serê Kurdan. Niha jî bûne çekdarên Heûşa Wetenî.”

Ekber Heyder wiha got: “Çekdarên Heşda Wetenî zevî û erd û avên Kurdan dagîr kirine û berdewam karên xeran li hemberî Kurdên wê navçeyê dikin û armanca wan ew e ku Kurd li wir bar bikin û erdê wan bi wan bimîne. Bi roj ew çekdarên Heşda Wetenî ne û bi şev jî dibin DAIŞ û alîkariya paşmayên DAIŞê dikin.”

Nûçeyên têkildar