26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna terorîstî ya li Qamişlo şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê, teqîna îro ya li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê wek "teqîneke terorîstî" bi nav dike û vê teqînê bi tundî şermezar dike.

Di daxuyaniyekê de, Serkatiya Herêma Kurdistanê dibêje: "Em bi tundî vê êrîşa terorîstî şermezar dikin, ku terorîstên DAIŞê îro yekşemê 18-08-2019 li Qamişloyê encam dan û bû sedema zirarên canî û madî, herwiha li Hesekê jî mînek bi .otomobîlekê ve teqiyaye û kesek birîndar bûye

Serokatiya Herêma Kurdistanê, pirse û serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyan dike û hevxemiya xwe li gel wan radigihîne û hêviya zû başbûnê jî ji birîndaran re dixwaze.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi metirisya terorê û dubare derketina DAIŞê li navçeyê dike û dibêje: "Derketina tevgerên terorîstên DAIŞê li navçeyê, gef û metirsiyên rasteqîn in û li ser asta welatên navçeyê û li ser asta navdewletî jî, pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya bêtir û karê ciddîtir ji bo rûbirûbûn û jinavbirina wan hey.”

 

Nûçeyên têkildar