26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kişanak: Dilê me ji bo gelê Rojava diêşe, em ê alîkariyê berhev bikin û biçin sînorê

Çavkanî: KDP.info

Hevseroka BDP Gultan Kişanak, angaştên “PKK dê di Sibatê de dev ji çekan berde” bersivand û diyar kir, ku di destê wan de agahiyeke wisa tune ye. Kişanak, ji raya giştî xwest, ku bi gotinên wan bawer bike. Kişanak herwiha li ser sivikatîya parlementera CHP li hember gelê Kurd got, ku Bîrgul Ayman bi aşkira nijadpersîtê dike û ji ber ´´siyasetên metirsîdar´´ ên Tirkkiyeyê li hember Rojavayê Kuridtsanê bi tundî rexne li hukûmeta Tirkiyeyê kir.

 

Li gor ajansa Peyamnêr hevseroka Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Gultan Kişanak, di komcivîna partiya xwe de ya di parlemana Tirkiyeyê de axivî û mijarên rojeva Tirkiyeyê şîrove kir. Kişanak bertek nîşanî gotinên parlamentera CHP Bîrgul Ayman Guler da û da zanîn, ku Guler bi awayeke aşkera nîjadperestî kiriye.

 

Gulten Kişanak, helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê jî şermezar kir û destnîşan kir, ku hikûmeta Tirkiyeyê piştgirî dide komên çekdar ên Sûriyeyê. Kişanak, polîtikayên Tirkiyeyê li hemberî Sûriyeyê weke “polîtiîkayên xeterê” bi nav kir û got: ´´Li hemberî Ceylanpinarê, Serêkanîyê heye. Bi rastî navê Ceylanpinarê jî Serêkanî ye. Di navbera her du cihan de bi qasî evê salonê mesafe tune ye. Sînor piştre hatiye çêkirin. Dema ku kurdan bi Esed re şer kir, çima komên çekdar ji Tirkiyeyê çûn Serêkanîyê û êrîşê kurdan kir?´´ Kişanak tekezî li ser rastîya gotinên xwe kir û got: ´´Em derewa nakin, di destê me de delîl hene.´´

 

Hevseroka BDP herwiha di axavtina komcivîna BDP deîdiayeke balkêş jî anî rojevê û got, ku hikûmeta AK Partiyê Nexweşxaneya Dewletê ya Serekanîyê ji bo komên çekdar ên Sûriyeyê veqetandiye.

 

Kişanak bi bîr xist, ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de 12 derîyên sînor hene, lê hemû derî ji bo alîkariyê hatine girtin û wiha berdewam kir: “Hemû derî ji bo alîkariyê girtine lê ji bo komên çekdar vekirine. Tirkiye weke Xeze (Gaze) ya Felestînê Serêkaniyê dorpêç kiriye. Heta niha me ev tişt gotin lê tu çareserî tune ye. Heke wisa be, em ê alîkarî berhev bikin û biçin sînor. Dilê me ji bo gelê Rojava diêşe, em naxwazin ew birçî bimînin.”

 

Gultan Kişanak diyar kir, ku BDP dê di 3 Sibatê de li Wêranşarê ji bo piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê mitîngeke mezin li dar bixe û hemû gelê kurd vexwend evê mîtingê.

 

Hevseroka BDP piştî civînê jî beşdarî di konfranseke rojnamevanîyê kir û pirsên rojnamevanan bersivandin. Kişanak di bersiva pirsekê de ya di bareya dest ji çek berdana PKK de wiha bersiv da:  “Gelo PKK dê kengê dev ji çekan berde? Mixabin di destê me de derbarê evê de ti agahî tune ye. Em ji raya giştî tika dikin, bila bi gotinên me bawer bike û weke rastîyê bihesibîne.”

 

Çapemeniya Tirkiyeyê jî îro îdîaya “Li ser daxwaza rêberê girtîyê PKK Abdullah Ocalan, 100 gerîlayên PKK dê di meha Sibatê de dest ji çekan berdin” anî rojevê. Li gor çapemenîya Tirkiyê ev pêngav, di navbera dewleta Tirkiyeyê û Ocalan de rêkevtin li ser hatiye kirin û weke pêngavek ji bo nîşandana niyet paqijîya PKK li hember danûstandinên niha ye.

 

Nûçeyên têkildar