26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Makarenko: Kurd li Sûriyê biserkevin, Turkiya neçar e pirsa Kurd çareser bike

Çavkanî: KDP.info

Dîroknas, alanîst û pisporê Rojhilata Navîn ê Rûs Vadim Makarenko ku pirsgirêka Kurd ji nêzîk ve dişopîne,  bal kişand ser pêşketinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hişyariyên girîng da hukûmeta Tirk.

 

Pisporê Rojhilata Navîn ê Rûs Vadim Makarenko di nivîsa xwe ya di malpera Vestnik (çavkaniya nûçeyan) a Rûsyayê de weşand bal kişand ser hevdîtinên di navbera birêz Ocalan û dewleta Tirk de û hişyariyên girîng kir. Makarenko got: " Pêvajoyên cur be cur ên çareseriya pirsa Kurd dide xuyakirin ku pirsa Kurd bi çar alî dimeşe. Pêşketinên li parçeyekî dihêle ku li parçeyekî din bi awayeke cûda pêş bikeve. Mînak em dikarin bêjin, pêşketinên li Iraqê çêdibin, bandorê li hemû parçeyên din dikin. Vê yekê beriya her tiştî bandor li Tirkiyê kir. Ger Kurd li Sûriyê biserkevin, Tirkiye dê neçar bimîne ku pirsa Kurd bi şêwazeke din çareser bike. Ev yek jî bi naskirina mafên sereke yên Kurdan dibe. Tişta herî girîng ew e ku divê Kurd gavên yekalî neavêjin û potansiyela xwe ya polîtîk mezin bikin. Li her derê ji bo mafên xwe têbikoşin."

 

Makarenko bal kişand ser hevdîtinên di navbera Ocalan û dewleta Tirk de û got: "Erdogan îdeolojiya neteweya Kurdan qebûl nake. Lê êdî îdeolojiya neteweya Kurd ava bûye, mixabin kesek nikare vê yekê piştguh bike. Divê mijarê de Ocalan û PKK gihiştine armancên xwe” û diyar kir ku ger Tirkiye di vî warî de pêngav neavêje dê dereng bimîne û got: “dê êdî demokrasiya wî têrê neke. Dê federasyon ava bibe an jî dê Kurd ji wan cûda bibin

Nûçeyên têkildar