Nêçîrvan Barzanî û Nûnera NY: Divê pirsgirêkên Şingalê çareser bibin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê li gel nûnera taybet a Netewên Yekbûyî (NY) civiya û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir li ser çareserkirina pirsgirêkên Şingalê.
Di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nûnera taybet a NYê li Iraqê Jeanine Hennis – Plasschaert de, nûnera NYê behsa serdana xwe ya ji bo devera Şingalê û karesata li ser navçeyê kir û bicîh kirina seqamgirî li navçeyê û vegera koçberan û çareseriya pirsgirêkan jî kir mijara behsa xwe.
Di civîna îro 04.08.2019ê li Duhokê birêve çû de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tekez kir ku Herêma Kurdistanê hemû hewldanekî dê bide ku birînên qurbaniyên xelkê Şingalê û derdora wê bipêçin û vê derbarê de rola civaka navnetewî ya di bi bingeh kirin û ava kirin û bicîhanîna asayîşa li vê navçeyê jî wek pêwîstiyek anî ziman.




