26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Barzan kaniya rêbaza serxwebûnxwaziyê bû, dijmin jî Enfal û karesat tanî serê wê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Enfala Barzaniyan peyamek belav kir û tê de got, tevahiya gelê me rastî karesat û êşan bûye, lê belê dijmin bi taybetî rikekî zêde li hemberî devera Barzan hebû, wekî navend û malbenda şoreş û dijayetiya dagîrkeriyê û kaniya rêbaza serxwebûnxwaziyê, jê ditirsan. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Îro bîranîna rojeke tarî ye di dîroka gelê me de. Berî sîh û şeş salan rêjîma Beis bi hovane heşt hezar mêr, pîr û lawên Barzanî, her ji temenê neh salî heta bi kalên not salî, rapêçî çol û biyabanên başûrê Iraqê kir û bi awayekî nemirovane ew komkuj kirin.

Ew tawan gavek bû ji wan karesat û qurbanîdanên li ser gede û zarokên gelê Kurdistanê de hatiye, her ji windakirina 12 hezar xort û ciwanên Feylî û Enfala Germiyan û kîmyabarankirina Helebçe bigre heya bi erebkirin û veguhestin û êrîşa terorîstan û tawana li dijî xuşk û birayên me yên Êzdî.

Tevî ku bi dirêjahiya dîrokê xebata rizgarîxwaziya gelê me, tevahiya gelê me rastî karesat û êşan bûye, lê belê dijmin bi taybetî rikekî zêde li hemberî devera Barzan hebû, wekî navend û malbenda şoreş û dijayetiya dagîrkeriyê û kaniya rêbaza serxwebûnxwaziyê, jê ditirsan.

Dijmin heşt hezar Barzanî enfal kir, lê belê neku her nekarî wê rêbazê bişkînê, lê belê heya niha jî ew rêbaz nûnerayetiya kurdayetiyê dike.

Mixabin di demekê de sîh û şeş sal bi ser wê tawana mezin de derbas dibe, niha jî car bi car hizir û bîra şovenî û enfalçiyan di tevger û reftarên hinek kes û aliyan de tê dîtin ku ew yek kêşeya sereke ya gelê me bûye ligel hikûmetên yek li dûv yek ên Bexdayê.

Di bîranîna Enfala Barzaniyan de, dixwazim tekez bikim ku bîranîn tenê ji bo bi bîranîna êş û azaran nîne. Ji bo wê yekê ye ku hemû xebat ji bo nehiştina wê hizra ku me enfal kirin bixin holê, ji bo ku wîjdana civaka navdewletî bilerize û dema ku nû wiha gorên bi komên azîzên me li çol û biyabanên Iraqê têne peydakirin, şermê ji gelê me bikin û bizanin çi zulmek li me hatiye kirin û ew jî her bêdeng bûn.

Bijî Kurdistan
Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê

Mesûd Barzanî
31.07.2019”

 

Nûçeyên têkildar