26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan pîroz dike: Piştevaniyê li daxwazên we dikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan, pîrozbahiyê pêşkêşî kesayetiyên ola Êzdî û xuşk û birayên Êzdî yên Kurdistan û seranserê cîhanê dike, ku ev jî naveroka wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Çileyê Havînê ya ola Êzdî ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî kesayetiyên ola Êzdî û xuşk û birayên Êzdî yên Kurdistan û seranserê cîhanê dikim.

Bi vê helkeftê ez tekeziyê dikim li ser piştevaniya xwe bi temamî ji bo daxwazên xuşk û birayên me yên Êzdî û hêviya kevandina birînên wan û dawîhatina bi êş û janên wan dixwazim.

Hêvîdar im ev cejin bibe destpêkek ji bo vegerandina xuşk û birayên me yên Êzdî bo ser jiyana xwe ya asayî û karibin di keşêke aram û aştiyane de cejn û şahiyên xwe pîroz bikin.

Mesûd Barzanî

20.07.2019”

Nûçeyên têkildar