26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

YNK: Em piştevaniyê li hikûmetê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro 30-07-2019an sêşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Endamê Mekteba Siyasî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seîdî Ehmed Pîre û şanda ligel wî kir.

Seîdî Ehmed Pîre li ser navê (YNK) pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê kir. Herwiha Seîdî Pîre piştevaniya YNKê bo kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbirî.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji aliyê xwe va spasiya şanda mêvan a YNKê kir û da zanîn ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hikûmeta xelkê Herêma Kurdistanê ye û beyî ti ciyawaziyan xizmetguzariyê bo xelkê Herêma Kurdistanê bike.

Herwiha Mesrûr Barzanî da zanîn û got, pêwîst e partiyên siyasî jî alîkariya hikûmetê bikin ji bo ku hikûmet karibe karname û bernameya xwe cîbicî bike.

Nûçeyên têkildar