Holanda: Em piştevaniyê li Hikûmet Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Balyozxaneya Holanda li Iraqê bi serokatiya Balyoz Matthias Wolters kir û gotûbêj li ser çend pirsên cihê girîngiyê yên her du aliyan kirin.
Di hevdîtinê de Balyozê Holandayê li Iraqê ji bilî pîrozbaha li Serokwezîrê Kurdistanê bi boneya destbikarbûna kabîneya nû kir, amaje bi wê yekê kir, Hikûmeta Hollandayê piştevaniyê li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û wek beşek ji hêza Hevpeymaniya Navdewletî di rahênankirina Hêzên Pêşmerge de berdewam dibe.
Herwiha amadehiya webirhênerên welatê derbirî ku werbirhênanê li Herêma Kurdistanê di warê çandiniyê de bikin.
Serokwezîrê Kurdistanê spasiya Balyozê Holandayê kir ji bo piştevaniya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û amaje bi wê da, “Em çarêyî dostên xwe ne ku piştevaniya hikûmetê bikin ji bo cibicîkirina karnameya hikûmetê û bi taybet di geşepêdana aborî û berferehkirina jêderên dahatan, ku tenê pişt bi take jêder girê nedin.”




