26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Kuwêt pêwendiyên xwe pêş dixin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li konsolê Kuwêtê li herêma Kurdistanê Dr. Omer El Kinderî kir û di hevdîtinê de konsolê Kuwêtê amaje bi wê yekê kir ku Mîrê Kuwêtê û hikûmet û xelkê wê bi geşbînî ve li pêşdeçûna pêwendiyên li gel Iraqê bi giştî û bi taybetî jî pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê dinêrin.

Di civîna ku îro 30.07.20193ê li Hewlêrê birêve çû de serokê herêma Kurdistanê spasiya alîkariyên mirovî yên Mîr û hikûmet û xelkê Kuwêtê yên ji bo koçber û penaberên li herêma Kurdistanê û vekirîbûna wan a li hember Iraqê û Herêma Kurdistanê kir û daxwaza herêma Kurdistanê bo pêşdeçûna zêdetir a pêwendiyên li gel Kuwêtê jî teqez kir.

Herwaha piştevaniya xwe bo bicîhanîna erk û biryarên konferansa avakirina Iraqê nîşan da û hêviya hatina zêdetir berhemderên Kuwêtê bo herêma Kurdistanê û Iraqê xwast.

Gotûbêjkirina rewşa siyasî ya navçeyê û qonaxa piştî şerê DAIŞê û çend babetekî din ên peyvendîdar bi rewşa ewlehiya rojhilata navîn ve aliyeke din ê wê civînê bûn.

Nûçeyên têkildar