Serok Barzanî: Haya min ji rewşa kempa xuşk û birayên Rojavayê Kurdistanê jî heye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro roja sêşemê 29/1, bi bona lehiyên ku li çend bajar û bajarokên Kurdistanê rabûn di daxuyaniyeke behsa rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê kiriye û ragihandiye ku ew agahdarî rewşa xuşk birayên ku li wargeha ne û bangî rêxistinên hikûmî û ne hikûmî kir ku zêdetir alîkariya wan bête kirin.
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
Piştî ku li van çend rojên derbasbûyî de ku pel û şepolên baran û sermayê Kurdistanê girt, bi mixabinî hejmareke zêdeyê welatiyan ji encama barana zêde û lehiyê ve tûşî zerer û ziyanên canî û maddî bûn. Ji bilî derbirîna hevxemiyê, palpiştiya xwe ya ji bo wan ezîzan û serxweşiyê li kesukarên qurbaniyên van rûdawan dikim. Daxwaz ji hemû dam û dezgehên pêwendîdarên Hikûmeta Herêmê dikim bi hemû şiyanek ve berev daxwaziyên wan ve biçin û yarmetiya ziyanlêketiyan bidin.
Haya min ji rewşa kempa xuşk û birayên Rojavayê Kurdistanê jî heye û hesta êş û azarên wan dikim. Daxwaz ji Hikûmet û rêxistinên ne hikûmiyan û welatiyên Kurdistanê dikim ku li van demên dijwar de zêdetir alikariya wan bikin. Ew kesukarê me ne û êş û jan û çarenûsa me hevbeşe.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29.01.2013




