26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî ji Şahê Siûdiyê re sersaxî xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêşîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya birayê wî, sersaxî ji Şahê Erebistana Siûdiyê, Şah Selman re xwest.

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawî ya Mîr Bender bin Ebdulezîz Alê Siûd, birayê Şahê Erebistana Siûdiyê, sersaxî ji Şah Selman re xwest.

Nêçîrvan Barzanî di vê peyamê de, hevsozî û hevxemiya xwe li gel Şah Selman û malbata wî û herwiha li gel gelê Erebistana Siûdiyê nîşan daye.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaza sebr û hedarê ji Şahê Siûdiyê re kiriye û hêvî kiriye, ku birayê wî yê koçkirî bi beheşta ferah şad bibe.

Îro Duşema 29.7.2019 Mîr Bender bin Ebdulezîz Alê Siûd, birayê mezin ê Şahê Erebistana Siûdiyê di temenê 96 saliyê de koça dawî kir.

Nûçeyên têkildar