26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zankoya germiyanê alîkarî dide penaberên Rojavayê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Duhî Zankoya Germiyan li ser budceya taybetiya xwe, komeke hevkariyê gihande, Kurdên Rojavayê Kurdistanê, yên kû niha li Kempa Erbet û kempa Berdeqareman li bajaroka Baziyan niştecîbûne.

Di vê bareyê de serperştiyarê gihandina vê hevkariyê Ferhad Qadir bo ajansa Peyamnêr ragihand: bi mebesta gihandina hevkariyê û kêmkirina êşên penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên kû niha li Herêma Kurdistanê niştecî bûne, îro Zankoya Germiyan bi pêwîst dît kû, hevkariyê bo wan berhev bike û bişîne.

Qadir weha got kû: ev koma hevkariyê pêk ji: 1200 betanî, 40 tebaxê neftê, ji vê hijmarê 400 betanî dane penaberên li kampa Erbet kirin, 800 jî betanî û 40 tebax gihandine kempa Berdeqareman li navçeya Baziyan.

Weha jî da zanîn kû, ev koma alîkariyê Zankoya Germiyan li ser budceay xwe ya taybetî şandiye û hêvî xwest kû bibe sedema kêmkirina beşek ji nexweşî û bêderfetiyên wan, di heman demê de, supasiya her dû rêveberên navçeya Tancero û Baziyan kir bo hevkarî û hesankarî kirina wan ser gihandina vê hevkariyê bo penaberan.

 

Nûçeyên têkildar