26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Adil Ebdul Mehdî: veguhaztina nakokîyan bo şeqamê kareka metirsîdare

Çavkanî: KDP.info

Serkirdeyê encumena bilinda Îslamî "Adil Ebdul Mehdî" ragihand, ku pêdivîye hêzên nav desthilata Iraqê arîşeyên xwe, bi rêya sazîyên dewletê çareser bikin û hoşdarî da, ku ev nekokîyên han herin nava şeqamê dê metirsîdarî çêbikin.
Adil Ebdul Mehdî li ser tora civakîya Facebookê belavkirîye, ku Iraq niha gelekî ji hev veqetayîye û gelek nakokî tê de çêbûne, ev arîşeyên han jî bi mîrat jê re mane. Berjewendîya hemû alîyan di evê yekê de ye, ku hemû van nakokîyan bixine nav sazîyên dewlet û dedgeh û medîyayê da ku bi awayekî medenî û aştîyane wek ewê destûrê rê pê daye bihên çareserkirin.
Herweha tê de hoşdarîya evê çendê daye, ku eger ev nakokîyên han herin nava civakê û taxan weha  lêtê her alîyek lojîk û qanûna taybet çêdike, li vê derê em yekîtîya xwe ji nav dibin.
Herweha Adil Ebdul Mehdî got, "mixabin hinek alî hene dixwezin raya giştî û hesasîyeta guropan bo encamdana tevlihevîyê bilivînin, eve jî neft bi ser êgir vekirine, ku welat û hemû pêkhatên Iraqê dişewitîne eve jî rêyeka metirsîdarîyê ye."
Li dawîyê weha dibêje, eger me rola sazîyan lawaz kir û me destûr jî dana ser refê, ew tiştê ku bi dilê meye em jê werbigirin û ew tiştê ku ne bi dilê me em dest jê berdin û em rola bê alîya dewletê û hukûmeta ji nav bir, wê demê em pîlanê li xwe digirin û em ji bo reftarên berê vedigerin."

Nûçeyên têkildar