26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Kongire ya abûriya cîhanê li Davos: Siyaseta abûriya herêma Kurdistanê siyaseteka serkevtî ye

Çavkanî: KDP.info

Ragehandinên cîhanê ji roja destpêkirina kongirê abûriya cîhanê li Davosê rojane li ser rolê serokê herêma Kurdistanê li rojihelata navîn û pêşkevtinên herêma Kurdistanê raportên cuda cuda belav dikin û radigenîn ku herêma Kurdistanê rwyê geş yê rojihelata navîn temsîl dike.


Di roja duyê ya kongirê abûriyê da serokê kongirê abûrî ya cîhanê di axivtina xwe da ragehand ku herêma Kurdistanê di warê abûrî, aramî û jiyana civakî da rwyê geş yê rojihelata navîne û got: " Hêvîdarim pêşkevtina xwe di her warî da berdewam bike. "


Rojnameyeka Swîsira di raporta xwe ya li ser kongireya abûriya cîhanê diyarkir ku di kongirê vê salê da gengeşeya herî zêde li ser qeyirana abûriya welatên Ewropa û emirîka hatiyekirin û Çîn û Rosiya jî abûriya xwe pêşve birine lê metirsiya wê yekê jî heye ku rosiya tûşî qeyirana abûrî be.


Di pişkeka dî ya raportê de pesnê siyaseta abûriya herêma Kurdistanê jî hatî ye kirin û vexwandina serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek serokê dewleta kurdan bo kongireya Davosê nîşana wê yekê ye ku kongireya abûrî ronahiyeka mezin li abûriya Kurdistanê dibîne.


Rojnameya sebah ya turikiya jî di raporteka xwe de diyar kir êdî uropa û emirîka bi çavekî dî temaşeyê herêma Kurdistana îêraqê dikin û pêşibîniya wê yekê jî kir ku di paşerojeka nêzîk da welatên zilhêz yên xwedan abûriya mezin û kompaniyên mezinên cîhanê qesta herêma Kurdistana îêraqê bikin û di pişkeka dî ya raportê da astê bilind yê peywendiyên turikiya bi herêma Kurdistanê ra bi erenî hatî ye nirxandin.


Rojnameya Dîzaytung ya Elmaniya ku hemû rûniştinên kongirê abûriya cîhanê roj bi roj bo xwandevanên xwe vediguhêze di raporteka xwe da ragehand ku Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê xudan siyaseteka hekîmane ye û di nav 10 salan da astê jiyana xelkê xwe gelek bilind kirî ye û siyaseta abûriya rast ya serdemiyane jî sermayeyên mezin cîhanê kêşaye herêma Kurdistanê û amaje bi wê yekê jî kirî ye ku aramî û jiyana xuş ya Kurdistanê jî sedemên serekîne di pêşveçûna abûriya herêma Kurdistanê da.


Kongirê abûriya cîhanê ku li bajêrê Davos yê swîsira hate sazkirin bi pişkdariya hejmareka mezina serok dewletên cîhanê û zanayên abûriyê û sermayedar û dezgehên ragehandinê birêve çû û ji Aliyê serokê kongirê abûriya cîhanê ve bi kongirê herî serkevtî hate bi navkirin.

 

Nûçeyên têkildar