Nuceyîfî: Malikî kudeta bi ser wan rêkeftinên kirîye ewên bi herêma kurdistanê re muhr kirîye

Serokê encumena nûnerên Iraqê "Usama Nuceyfî" ragihand, ku wî çend belgehname dîtine amaje bi evê çendê dikin, ku Nûrî Malikê serokê hukûmeta Iraqê, li ser çend rêkeftinekê digel herêma kurdistanê muhr kirîye, piştire jî bi gotina Nuceyîfî be, ku Nûrî Malikî kudeta bi ser evan rêkeftinan kirîye, ku wî bi xwe li ser muhr kirîye.
Weha jê da xuyakirin, ku helwêstên dawîyên Malikî, tenê ji bo diristkirina tevlîhevîyê bû.
Di evê derbarê de Nuceyfî di bêjedanekê de bi kanala Hure re weha eşkere kir, ku wî çend belgehname dîtine amaje bi evê çendê dike ku Nûrî malikê serokê hukûmeta Iraqê, li ser çend rêkeftinekê digel herêma kurdistanê muhr kirîye, piştire jî jê pêşîman bûye.
Herweha got, mebesta Malikî tenê diristkirina tevlihevîyê û hilkirina meydana sîyasî ne çareserkirina arîşeyan e, eve jî li dijî ew rêkeftinnameyê ku bi herêma kurdistanê re muhr kirîye.




