26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Rewşa Kerkûkê nabe berdewam be..Divê Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyana netewî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî îro Şemiya 13ê Tîrmeha 2019an bi peyamekê derbarê pêşhatên herî dawî yên Kerkûkê de ragihand ku kêşeya Kerkûkê ne tenê pirsgirêka siyasî ya di navbera du partî yan gengeşeya siyasî ya di navbera çend aliyan de ye. Herwiha tekez kir ku "em li ser Kurdistanîbûna nasnameya Kerkûkê paşvekêşiyê nakin".

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Kêşeya Kerkûkê ne tenê pirsgirêka siyasî ya di navbera du partî yan gengeşeya siyasî ya di navbera çend aliyan de ye. Di rastiyê de kêşeya Kerkûkê mijareke dîrokî û siyasî û kevn e û di heman demî de jî fireh rehend û mezin e.

Bi sedema wê rewşa neasayî ya li ser Kerkûkê hatiye û ji ber pêwîstiya asayîkirina rewşa ewlehî û îdarî ya bajar û xizmetkirina xelkê Kerkûkê û herwiha çareserkirina kêşeyan bi giştî, em li gel wê yekê ne ku rêkeftin û yekdestiya aliyên Kurdistanî, pêngaveke girîng e lê belê li gel wê yekê jî pêwîst e kêşeyên Kerkûkê bi kêşeya parêzgar ve jî, di destpêkê de di navbera Hewlêr û Bexda de bê yekalîkirin û bê çareserkirin. Her encamek jî ku hebe divê cihê razîbûna hemû pêkhatên Kerkûkê be.

Niha rewşeke erênî di peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye holê û ew yek jî derfeteke gelek baş e ku bi sûdwergirtina wê rewşa erênî giriftên ewlehî û îdarî yên Kerkûkê jî çareser bibe û di çarçoveya Destûrê Iraqê de Kerkûk vegere ser rewşa xwe ya asayî. Ji ber ku ew rewşa niha li Kerkûkê heye nabe berdewam be.

Niha û berê jî nêrîna me wiha bûye ku em li ser Kurdistanîbûna nasnameya Kerkûkê paşvekêşiyê nakin û divê Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û hemû pêkhat bikaribin bi aştî û birayetî û tebayî li Kerkûkê li gel hevdû bijîn.

Mesûd Barzanî

13.07.2019”

Nûçeyên têkildar