Li Êranê dijî rojnamevevanan operasiyonek hatekirin

Jêderekî ji Rojhelatê Kurdistanê bo Evro diyarkir ku roja 26 vê heyvê li bajarê Tehranê hêzên Êmnahiyê operasiyonek li dijî çendîn dezgehên rojnemevanî û kovaran encamdan û di encamp de heta niha 12 rojnamevan hatine girtin ku yek ji wan jî Kurde û xelkê bajarê Selmasê yê Rojhelatê Kurdistanê û got: " Hêzên Êmmahiyê dibêjin ku ew kesên hatine girtin bi biryara dadgehê bûye û agahî li ber destê wan hene ku kesên girtî li gel rojname û kenalên ragehandinê yên Farisî yên li deverê Êranê kar dikin û agahiyan didin wan û ji ber wê yekê jî ew kes hatine girtin û dê vekolîn li gel wan kesan hêtekirin."
Piştî vê rûdanê encûmenê rojnamevanên Rojhelatê Kurdistanê û gelek dezgehên dîtir nerazîbûna xwe li dijî rojnamevanan diyarkir û ragehandin ku ew operasiyon bi rengekî aşkira nîşa dide li Êranê bi çu rengekî azadiya ragehandinê nine û divê ew kes bihêne azadkirin




