Serok Barzanî teqînên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir
__2019_07_12_h23m36s30__RM.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de teqînên li hersê bajarê Efrîn, Heseke û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyên wan teqînan dike û hêvî dike ku kesên birîndar di demeke zû de tendirustiya wan baş bibe.
Di peyama Serok Barzanî de hatiye gotin: “Mixabin roja 11-07-2019 di encama zincîrek ji teqînên terorîstî de yên li bajarên Qamişlo, Efrîn û Hesekê hejmarek hevwelatiyên sivîl bûne qurbanî û hejmarek din jî birîndar bûn.
Tevî ku bi tundî wan êrîşên terorîstên şermezar dikim, serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyên wan bûyeran dilşewat dikim û hêvî dikim ku birîndar jî zû baş bibin.”




