26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransa pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Fransa-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransa Jean Yves Le Drian li Parîs civiyan û di wê hevdîtinê de herdû aliyan pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin.

Di civînê de, pêşhatên navçeyê ji aliyê ewlehî û siyasî ve û bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Parîs di warên cuda de û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de bi rêya Destûrê Iraqê, hatin gotûbêjkirin.

Herdû aliyan behsa rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û rola civaka navdewletî bi taybetî jî Fransa di vegera wan bo ser mal û gundên wan, kirin. Herwiha li ser pêngavên pêwîst ên piştî qonaxa şerê DAIŞê wek avakirinê û peydakirina xizmetên destpêkî bo wan navçeyên ku ziyan dîtine, û alîkariyên berdewam ên Fransa bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar de, axivîn.

Nêçîrvan Barzanî û Jean Yves Le Drian behsa hebûna derfetên kar û veberhênanê ji şirketên Fransî re li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin û herwiha pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê bilind hat nirxandin. Di civînê de herwiha li ser metirsiyên serhildana terorê careke din, axivîn.

Nûçeyên têkildar