26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berdevkê PDKê: Karûbarên avakirina hikûmetê bi dawî hatine

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku karûbarên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ber bi dawiyê ve çûne û dibe ku îro Parlamentoya Kurdistanê nav û CViyên kandîdên ji bo hikûmeta nû werbigre.

Mehmûd Mihemed ji rojnamevanan re ragihand: “Pêwîstiya Parlamentoya Kurdistanê bi çend rojan heye ji bo nirxandina navên partiyên siyasî ji bo hikûmeta nû, lê heya Çarşemê dê proseya avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê bi dawî hatibe û dê parlamento baweriyê bide hikûmetê.”

Berdevkê PDKê derbarê navên kandîdên PDKê ji bo hikûmetê wiha got: “PDK dê bi fermî navên xwe belav bike.”

Derbarê rewşa Kerkûkê jî, Mehmûd Mihemed ragihand: “Em û YNK pêkve kar dikin ji bo ku em ligel Hikûmeta Iraqê rewşa Kerkûkê çareser bikin.”

Nûçeyên têkildar