Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Fermande Sabîr Bêserî

Bi boneya koça dawî ya Emîd Sabîr Abdulrehman naskirî bi Sabîr Bêserî, Pêşmerge û Fermandeyê dilsoz û têkoşer û bavê Şehîd Keywan Bêserî, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata xwedê jêrazî kir.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata rêzdar xwedê jêrazî Emîd Sabîr Bêserî
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê şoreşa mezina Eylûl û Fermandeyê dilsoz û jêhatî, Kak Sabîr Bêserî gihîşt min.
Kak Sabîr ji bilî wê yekê ku hemû temena xwe dilsozane ji bo xizmeta gel û welatê xwe terxan kir, Keywanê kurê xwe yê tekane jî bi niştîman bexşî.
Li vê boneya xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata we ya têkoşer û hevalên Kak Sabîr dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim ruh û giyanê Kak Sabîr bi bihûşta fireh şad bike û sebir û hedarê bide hemû aliyek.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
04.07.2019




