Nêçîrvan Barzanî: heta niha li Iraqê hinek hene dixwezin sîyaseta bi erebkirinê wek xwe bimîne

Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê di dêrendazeya bi ax veşartina 733 cendekên enfalkirîyan de, di bareya eqlîyet niha ya hukûmeta Iraqê li ser mana siyaseta erebandin û çareser nekirina arîşeyên deverên dabirayî wek xwe bimîne, hoşdarî da hukûmeta Iraqê û ragihand, ku ew eqlîyeta han bo ser herêma Kurdistanê metirsîye.
Di evê derbarê de Serok hukûmeta herêma Kurdistanê ragihand, ku eqlîyeta siyasî ya niha ya hukûmet û berpirsên Iraqê, wek heman eqlîyetê ye ku enfal û cenosîd bi ser Kurdan de anîye û got, ku siyaseta erebandina deverên Kurdistanî û çareser nekirina arîşeyên deverên dabrayî, metirsîyan bi ser herêma Kurdistanê dirist dikin.
Herweha got, " îro rewşeke baş û guncayî bo gelê Kurd çê bûye û mercê serkevtina me jî yek rêzîya me bi xwe ye.
Barzanî herweha tekezî li ser prosesa xizmetkirina gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan û enfalkirîyan kir û got: "sond be emê ji bo berdewamîya avedankirinê û Kurdistanê xebatê bikin."
Nêçîrvan Barzanî di berdewamîya gotara xwe de, pêdagirî li ser nasandina gorên bi komane yên Kurd kir û got, ku hukûmeta Iraqê gerek biryarên dadgeha bilind a tawanan û qerebûkirina malbata enfalkirîyan û kîmyabaranê bi cih bihîne û erkê xwe ji bîr neke.
Barzanî herweha got, "tawanbarê serekî hîn maye, eve jî eqlîyeta komkujî û siyaseta erebandinê û firawanxwazîyê ye.
Girîng nîne ew desthilatdar, desthilatên wî ji ewê din kêmtir be yan jî na, belê girîngî encamdana tawanê ye, vêja her kesek dibe bila bibe."
Nêçîrvan Barzanî weha jî got, "hindek alîyên siyasî hene ku bi hemû hêz û şîyanên û karîbûnên xwe dixwazin sîyaseta biarabkirinê û komkujîya Kurdan her wek xwe bimîne, heger ev eqlîyeta han nehê valakirin ev ne tenê gefe jî bo herêma kurdistanê, lê belê bo hemû Iraqê jî".




