26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Mafê pêkhateyên Kurdistanê dê di Destûr de cih bigre

Çavkanî: KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li gel nûnerên fraksiyonên Mesîhî û Turkmen ên Parlamentoya Kurdistanê civiya û ragihand: “Nabe ji ti pêkhatekê re bê gotin "kemîne" û tu neteweyek bi jimare nayê pîvandin û her yek ji wan taybetmendiya xwe heye û divê rêz li wan taybetmendiyan bê girtin.”

Îro çarşemê 03.07.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Fraksiyonên pêkhatên Mesîhî û Turkmen yên li Parlamentoya Kurdistanê civiya.

Di civînê de Nûnerên Mesîhî û Turkmen li Parlamentoya Kurdistanê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku herdem berevaniyê li mafê pêkhatan kiriye û bal kişandin ser pêdagiriya Serok Barzanî ya li ser nûnerayetîkirina pêkhatan, di dema civînên rikeberên Iraqê ya berî rûxana rejîma Be'es û paşê jî rola diyar ya Serok Barzanî li çespandina mafê pêkhatan li destûra bingehîna Iraqê û pêkhatên niha ya Serokayetiya Parlamentoya Kurdistanê û mîsogerkirina nûnerayetiya wan li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Di civînê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina Nûnerên Pêkhatên Mesîhî û Turkmen li Parlamentoya Kurdistanê, gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û bal kişand ser wê yekê ku Kurdistan welatê me hemûyan e û pêwîst e em hemû jî li birêvebirinê de hevbeş bin û em hemû jî xwe bi berpirsiyar bizanin. Serok Barzanî carekî din jî tekez kir ku nabe ji ti pêkhatekê re bê gotin "kemîne" û tu neteweyek bi jimare nayê pîvandin û her yek ji wan taybetmendiya xwe heye û divê rêz li wan taybetmendiyan bê girtin.

Serok Barzanî rola Nûnerên Mesîhî û Turkmen li Parlamentoya Kurdistanê de bilind nirxand û daxwaz kir ku bi awayek berevaniyê li mafên pêkhatan bikin ku beranber dengderên xwe serbilind bin.

Serok Barzanî tekez jî kir ku di destûra Kurdistanê de mafên hemû pêkhatan bi tevahî diçespê û rê bi tu cûdakariyekî neteweyî û olî nadin û hemû li Kurdistanê wekhev û hevbeş dibin

Nûçeyên têkildar