Serokê Herêma Kurdistanê bo Korya Başûr hat vexwandin

Hewlêr-KDP.info- Şandeke pilebilind a Korya Başûr li Hewlêrê ye û li gel Serokê Herêma Kurdistanê civiya. Di wê civînê de Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî bo Korya Başûr hate vexwendin.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemî pêşwazî li şanda Korya Başûr a bi serokatiya Şêwirmendê Serokê Korya Başûr ê bo karûbarên derve Han Byong Dû kir.
Şanda Koreya Başûr di vê hevdîtinê de, bi boneya wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên serokomar, serokwezîr û xelkê wî welatî pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir û tekezî li ser dostaniya xelk û hikûmeta Korya Başûr bo li gel Herêma Kurdistanê kir.
Şanda Korya Başûr herwiha hêvî kir ku peywendiyên Hewlêr û Seolê di hemû waran de û bi taybetî di warê weberhênanê de bêtir pêş bikevin. Heman şandê herwiha pêşkevtinên Herêma Kurdistanê yên di hemû waran de bilind nirxand.
Her di vê civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî bo Korya Başûr hate vexwendin daku di derfeteke guncaw de serdana wî welatî bike.
Serokê Herêma Kurdistanê , Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtinê de bi kurtî behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê kir û spasya serokomar û serokwezîr û xelkê Korya Başûr kir. Nêçîrvan Barzanî herwiha ji ber vexwendina xwe ya bo serdankirina Korya Başûr, spasiya şanda wî welatî kir.
Nêçîrvan Barzanî jî tekezî li ser dostanî û pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Korya Başûr di hemû waran de kir.




