Neteweyên Yekgirtî piştgiriyê li bernameya karê hikûmeta nû ya Kurdistanê dike

Hewlêr-KDP.info- Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û Berpirsa UNAMIyê, Jeanine Hennis-Plasschaert di civîneke li gel Mesrûr Barzanî de piştgiriya Netewên Yekgirtî bo bernameya karê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê diyar kir.
Serokwezîrê erkdarkirî bo pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî îro Sêşemî 2ê Tîrmeha 2019an li Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û Berpirsa UNAMIyê Jeanine Hennis-Plasschaert û şandeke pê re kir.
Di civînê de pêşhat û geşedanên Iraqê û navçeyê, proseya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa navçeyên taybet bi madeya 140 a destûrê hat gotûbêjkirin.
Herdu aliyan di vê hevdîtinê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor bingehên destûrê kirin.
Mesrûr Barzanî behsa rola Netewên Yekgirtî ber bi arasteya çareserkirina pirsên hilawîstî ve, û di nava wan de asayîkirina rewşa Kerkûkê û avedankirina navçeyên ziyadîtî yên şerê terorîstên DAIŞê, kir û ragihand, “çavdêrî û serpireştîkirina proseyê ji aliyê Netewên Yekgirtî ve pêwîst e.”
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert kêfxweşiya xwe li hember pêngavên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşveçûnên peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê anî ziman.
Jeanine Hennis-Plasschaert herwiha piştgiriya Neteweyên Yekgirtî ji bo hewl û bernameya hikûmeta bihê, di warê çaksazî û çareserkirina kêşe û pirsên hilawîstî de nîşan da.




