26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Herêma Kurdistanê serpereştîya kombûna hevpişka Îtîlafa El-El-Iraqîyye û kutleya El-Ehrar û alîyên din û Hevpeymanîya Kurdistanî dike.

Çavkanî: KDP.info

birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn roja duşemê serpereştîya kombûneka hevpişka Îtîlafa El-Iraqîyye û kutleya El-Ehrar û alîyên din û Hevpeymanîya Kurdistanî kir.
Di evê kombûnê de ku ji alîyê Îtîlafa El-Iraqîyye ve Dr. Eyad Elawî Serokê Îtîlafê û Usame El Nucêfî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê û Saleh Mutleq cihgirê serok hukûmeta Iraqa federal û hejmarek ji serkirdeyên Îtîlafê amadebûn, ji alîyê Hevpeymanîya Kurdistanî ve jî birêz Fazil Mîranî û Dr. Berhem Ehmed Saleh û Mela Bextîyar û Azad Berwarî amadebûn.
Her di evê kombûnê de, guftûgo di derbara guhertin û pêşhatêndawîya sîyasîya li welat hate kirin û hewlên berdewamên bo bi dawî anîna qeyranên sîyasîyên ku niha li Iraqê heye balkişandin ser biryarên her du kombûnên Hewlêr û Necefê.
Li beşeka din a vê kombûnê,  ji bo dawî anîna wê tengasîya niha ya Iraqê tê re derbas dibe pêdivî bi pîyadekirina wan tê kirin, ku wergirtina bawerîyê yek ji wan mijaran bû.
Herweha  di evê kombûnê de tekez li ser girîngîya lidarxistina hevpeymanîya nîştimanî ya li ser asta Iraqê hate kirin, ji bo çespandina sîstema demokratî li welat û pabendbûn bi destûrê û rênedana berdewambûna sîyaseta takrewî ya ku niha di Iraqê de tê birêvebirin.

Nûçeyên têkildar